Li bajarê Winterhur ê Swîsreyê êrişeke pêk hat.
Li gorî rayedaran ev êrişeke terorî ya cîhadî ye.
Kesê êrişê pêk aniye bi eslê xwe Tirk e.
Danê sibê li Gara Trenê ya Winterthurê êrişek pêk hat.
Di encamê de 3 kes û yek jê giran birîndar bûn.
Rayedarên Swîsreyî derbarê bûyerê de daxuyanî dan.
Rayedaran gotin gumanbarê êrişê xwediyê hemwelatiya Swîsre û Tirkiyê ye.
Ev kesê êrîşkar ji aliyê polîsan ve tê naskirin û berê di çarçoveya lêpirsîna li ser Mizgefta An’Nur a li Winterthurê de wek gumanbar cih girtiye.
Rayedaran diyar kirin ku dema borî de derbarê êrişkar de bi “propagandaya DAIŞ’ê” giliyê wî hatiye kirin.
Hat gotin êrişkar pirsgirêkên derûnî dijiya û di klînîkeke psîkyatriyê de dihat dermankirin.
Êrişkar êvara çarşemê hatiye derxistin û şandine mala wî.



