Dadgeha Bilind ya Îranê cezayê darvekirinê ku berî niha li du ciwanên Kurd hatibû birîn, erê kir.
Li gor nûçeya Kolber News’ê, Dadgeha Bilind ya Îranê cezayê darvekirinê li du ciwanên Kurd yên ji bajarê Bokan yê Rojhilatê Kurdistanê birî.
Mihemed Ferecî û Reuf Merûf, di dema serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibûn girtin.
Dadgeha Bilind a Îranê ji bo bicihanîna cezayê darvekirinê dosyaya her du ciwanan pêşkêşî şaxa bicihanîna cezayan kiriye.
Beriya niha ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Mihabadê û Dadgeha Miyandwaw ve cezayê darvekirinê li herdû ciwanan hatibûn birîn.
Her çiqas ew ceza despêkê ji aliyê Dadgeha Bilind ya Îranê ve hatibû betalkirin û dosya ji Dadgeha Miyandwaw re hatibû şandin,
Lê dadgehê carek din cezayê darvekirinê birî û ji aliyê Dadgeha Giştî ve hat erêkirin.


