Komeleya Zehmetkêşan ragihand ku baregehên wan ên li Dola Alanê ya Hewlêrê bi fuzeyan hatine bombekirin.
Berpirsyarê Çapemeniyê yê Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê Emced Husên Penahî bi daxuyaniyekê diyar kir.
Baregehên wan ên li herêma Dola Alan a li Îdareya Soran a Hewlêrê bi 2 fuzeyan hatiye bombekirin.
Penahî diyar kir ku, Ji dema şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ve, heta niha nêzîkî 81 moşek û balafirên bê mirov (drone) baregeh û navendên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê kirine armanc.
Li ser encamên êrişê agahî nehate parvekirin.



