Li bajarokê Zakiya yê gundewarên Şamê şer di navbera du malbatan de derketiye û 3 kes hatin kuştin.
Şevê din li bajarokê Zakiya ya Şamê di dawetekê de navbera du malbatan de şer derket û hevdû gulebaran kirin.
Di encamê de 3 kes (mêrek û du jin) hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên herêmî berê navbera her du malbatan de pirsgirêk hene.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn herêma ku şer lê qewimî bû dorpêçkirin û hewl didin ku kesên sûcdar bigirin.
Navenda Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) belge kir ku ji destpêka sala 2026’an li Sûriyeyê di encama buyerên bi vî rengî de 35 kes hatine kuştin û 90 kes jî birîndar bûne.



