Şeva borî bi du mûşekan êrişî baregeha Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê hate kirin.
Hate zanîn di saet 23:00’an de bi du mûşekan êrişî baregeha Komeleyê ya li Dola Alan hate kirin.
Derbarê zirarên madî û canî de heta niha ti agahî nehatine belavkirin.
Ji destpêka şerê Îran û Amerîka-Îsraîlê ve zêdetirî 82 mûşek û dronan baregeh û navendên Komeleya Zehmetkêşanî Kurdistan ên li Başûrê Kurdistanê hatine armanc girtin.


