Alîkarê Serokê Akademiya Siyaset û Demokratîkê ya Herêma Kurdistana Federe Dr. Kamûran Berwarî behsa bandora geşedanên rojhilata navîn li ser pêvajoyê kir.
Dr. Kamûran Berwarî ragihand ku li Rojhilata Navîn hevsengî têne guhertin û got:
Kurd bêyî ku xwe bispêrin projeyên hêzên global divê stratejiya xwe ava bikin.
Berwarî got, “Yekan rêya derketina ji vê pêvajoya dîrokî yekîtiya neteweyî ya Kurdan e.”
Li Rojhilata Navîn gelek geşedanên siyasî rû dane.
Ev yek jî bandorê li çar aliyên Kurdistanê û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya rêber Apo dike.
Derbarê mijarê, Alîkarê Serokê Akademiya Siyaset û Demokratîkê ya Herêma Kurdistana Federe Dr. Kamûran Berwarî nirxandin kir.
kamûran Berwarî: Rojhilata Navîn li ber şikestineke mezin a dîrokî ye
Kamûran Berwarî anî ziman ku li herêmê statukoya sed salî derizî ye û got:
Krîzên siyasî û leşkerî yên kûr ên li herêmê nearamiyeke demkî nîne.
Berevajî vê yekê tê wateya tasfiyekirina bingehîn a pergala bi sînorên Peymana Lozanê .
Rojhilata Navîn li ber şikestineke mezin a dîrokî ye.
Hêzên global sed salê carekê nîzameke nû ava dikin.
Kamûran Berwarî: Divê kurd stratejiya xwe ya neteweyî û demokratîk ava bikin
Berwarî destnîşan kir ku guherîna li Rojhilata Navîn nabe ku tenê bi hevrikiya navbera dewletên herêmê bê vegotin û got:
Tê xwestin li Rojhilata Navîn nexşeyeke siyasî ya nû bê avakirin ku bi gelek parçeyên biçûk hatiye parçekirin.
Lêgerîna pergala nû ya li Rojhilata Navîn bêyî statuya Kurdan û diyarkirina paşeroja Kurdistanê nikare bi encam bibe.
Aktorên global têkiliya bi Kurdan re bi giranî li gorî pêwîstiyên demkî û berjrewendiyên taktîkî datînin.
Kurdan di dema şer de weke hêzeke leşkerî didin pêş, di pêvajoyên aştî û dîplomasiyê de jî daxwaza statuyê ya Kurdan ji nedîtî ve tên.
Nabe Kurd bi projeyên hegemonîk ên dewletên herêmî û hesabên demkî yên hêzên global ve bi temamî bêne girêdan.
Kamûran Berwarî: Yekane mifteya çareseriyê konfederalîzma demokratîk
Kamûran Berwarî bi bîr xist ku cografya Kurdistanê di navenda projeyên van hêzên hegemonîk de ye û dibêje:
Di vir re paradîgmaya ‘Civaka Demokratîk’, ‘Konfederalîzma Demokratîk’ û ‘Neteweya Demokratîk’ a ku xwe dispêre jiyana bi hev re,
Azad û wekhev a gelan ku Rêber Apo û xeta PKK’ê danî holê, weke rêyeke sêyemîn a dîrokî derdikeve pêş.
Pratîka herî şênber û zindî ya vê modelê îro li Rojava ye ku civak xwe bi hêza xwe bi rêxistin dike.
Kamûran Berwarî: Divê kurd vê dema dîrokî rast binirxîne û fêhm bike
Kamûran Berwarî di dewama nirxandina xwe de got:
“Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” ne tenê Kurdên li nava sînorê Tirkiyeyê eleqedar dike.
Bûyerên civakî û siyasî yên li çar aliyên Kurdistanê nabe ku ji hev cuda bêne nirxandin.
Divê Kurd êdî nehêlin ku Tirk, Ereb Fars û hêzên derve yên berjewendîparêz têkildarî wan biryarê bidin.
Divê Kurd vê dema dîrokî rast bixwînin û paşeroja xwe ya demokratîk û azad bi destê xwe ava bikin.



