Li Yemanê aloziya navbera Hûsîyan û Siûdî Erebistanê dîsa gur dibe
Piştî êrîşên hefteya borî, Hûsîyan ragihandin ku ji niha û pêve ew bloka deryayî li dijî Siûdî Erebistanê dest pê dikin.
Berdevkê Artêşa Hûsiyan Yehya Serî, daxuyand ku bloka deryayî ya li dijî Siûdî Erebistanê bi cih tê anîn û got;
Ev biryar wekî bersiveke rasterast a êrîşên dawî hatiye girtin.
Serî dibêje, mafê wan yê bersivdana vê yekê heye.
Wî her wiha hişyarî da ku eger Riyad êrîşên xwe berfireh bike, ewê jî dê bi bersiveke hîn xurtir bidin wan.
Her wiha îdia kir ku ew ji bo hemû vebijêrkan xwe amade kirin e.
Beriya niha li dijî balafirgehek li Sana ya di bin kontrola Hûsiyan de êrişek pêk hatibû.
Hûsî rêveberiya Riyadê ji vê yekê berpirsyar dibînin.



