Di gavekê de ku pêvajoya entegrasyona saziyên herêmê pêk tên de, Zanîngeha Rojava îro bû navenda hevdîtineke girîng.
Şandeya Wezareta Xwendina Bilind a hikumeta demkî bi rêveberiya zanîngehê re civiya.
Her du aliyan rewşa perwerdeya bilind, astengî û gavên paşerojê nîqaş kirin.
Di çarçoveya pêvajoya entegrasyona saziyên perwerdeya bilind de, şandeya Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya hikumeta demkî, bi serokatiya Dr. Merwan El Helebî û bi amadebûna parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed, serdana Zanîngeha Rojava ya li Qamişlo kir.
Şande ji aliyê rêveberiya zanîngehê, Rêveberên Qamişlo û nûnerên Komîteya Entegrasyonê ve hat pêşwazîkirin.
Piştre, di navbera her du aliyan de hevdîtineke nêzî du saetan ku li çapemeniyê girtî pêk hat.
Di hevdîtinê de rewşa perwerdeya bilind li parêzgeha Hesekê, astengiyên heyî, pêdiviyên zanîngehan û rêyên pêşxistina wan hatin nirxandin.
Her wiha, mekanîzmaya pêkanîna pêvajoya entegrasyonê û temamkirina rêkarên qanûnî û îdarî jî bûn mijara sereke ya gotûbêjan.
Ev serdan di dema ku hevdîtinên di navbera aliyên têkildar de ji bo rêxistina pêvajoya perwerdeya bilind dewam in, wek gava nû ya di koordînasyona navbera saziyên perwerdeyê de tê nirxandin.



