Piştî sonda endamên Meclisa Gel a Sûriyeyê, îro di rûniştineke girtî de, ku duyemîn rûniştina meclisê ye,
Li ser reşnivîsa rêziknameyên xwe yên navxweyî deng bide.
Li gorî agahiyan, dê sibe António Guterres li Meclîsê biaxive.
Meclisa Gel a Sûriyeyê amadekariyên xwe dike ku îro di rûniştina duyemîn a meclisê de, li ser reşnivîsa rêziknameyên xwe yên navxweyî deng bide.
Serokê meclisê biryarnameyek derxistibû ku komîteyek ji 17 endaman pêk dihat ji bo amadekirina rêziknameyên navxweyî saz bike.
Komîteyê hefteya borî 4 civîn li dar xist da ku li ser bendên reşnivîsê gotûbêj bike.
António Guterres dê sibê li Meclîsa Gelê a Sûriyeyê biaxive
Sekreterê Giştî yê NY`ê António Guterres roja Şemiyê gihîşt paytexta Sûriyeyê Şamê.
Serdana Guterres bo Şamê îro bi hevdîtinên bi nûnerên civaka sivîl, komên jinan û nûnerên pêkhateyên cûda yên civaka Sûriyeyê re berdewam dike.
Biryar e ku Guterres serdana xwe sibe bi axaftinekê li pêş Meclîsa Gel a Sûriyeyê ya nû bi dawî bike.



