Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan diyar kir ku qanûna çarçoveyê dibe destpêka çareserkirina pirsgirêka Kurd.
Bakirhan got,|
Ya ku demokrasiyê, azadiya zimanê Kurdî û welatîbûna wekhev pêk tîne, tenê bi têkoşîna demokratîk wê were bidestxistin.
Tûncer Bakirhan, di Kongreya Asayî ya 3’yemîn a Mersînê de axivî û bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.
Bakirhan got,
Di şert û mercên dijwar ên Rojhilata Navîn de, girîngiya vê pêvajoyê her ku diçe bêtir tê fêmkirin.
Wî hêvî kir ku qanûna çarçoveyê di demeke nêz de bikeve rojeva parlamentoyê û ev tişt anî ziman:
Ev qanûn dê meseleya Kurd ji zemînê ewlehiyê derxîne û bibe mijarek hiqûqî û siyasî.
Li gorî wî, ev qanûn ne çareseriya hemû pirsgirêkan e, lê destpêka qonaxeke nû ye ku derî ji bo maf, nasname û jiyaneke bi rûmet veke.
Bakirhan destnîşan kir ku piştî derbasbûna qanûnê jî têkoşîna demokratîk dê dewam bike û wiha lê zêde kir:
“Ev qanûn derî vedike.
Ya ku demokrasiyê pêk bîne, zimanê Kurdan azad bike û jiyana azad a jinan biafirîne, wê têkoşîna me ya demokratîk be.”
Di dawiya axaftina xwe de Bakirhan bang li hemû hêzên demokratîk kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê bi hev re tevbigerin.



