Duh ciwan û keçên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê 2 serkeftinên cuda di warê werzîşê de bi dest xisin.
Tîma kaçan a Sûriyeyê bû şampiyona Rojavayê Asyayê, Tîma Hesekê jî li Hanoverê “Kupaya Rojava” bi dest xist.
Turnoveya 6’emîn a Yekitiya Rojavayê Asyayê ya futbolê ya keçên jêrî 17 salî li stadyuma El Emîr Mihemed a li bajarê Zerqa yê Urdunê bi dawî bû.
Tîma keçên Sûriyeyê ku di qonaxa nîvfînalê ya turnoveyê de li beramberî tîma Filistînê bi ser ketibû, gihaşt qonaxa fînalê.
Di fînalê de Tîma Sûriyeyê li hemberî tîma Lubnanê list.
Tîma Sûriyeyê bi ser ket û bû şampiyon.
Golparêza tîma El Hîlalê Medya Huseynî ya ji Qamişloyê û lîstikvana sûriyeyî Masa Mîna xelatên baştirîn lîstikvan wergirtin.
Tîma Hesekê li Hanoverê “Kupaya Rojava” bi dest xist
Li aliyekî din jî, duh li bajarê Hanoverê yê Almanyayê kurd hatin gel hev û çalakiyeke çandî û werzîşê dar xist.
Di çalakiyê de bi beşdariya tîmên Efrîn, Hesekê, Qamişlo û Kobanê turnûvaya “Kupaya Rojava” pêk hat.
Destpêka turnûvayê tîmên Efrîn û Kobanê lîstin.
Di dawiyê de tîma Efrînê bi ser ket.
Di maça din de tîma Hesekê û tîma Qamişloyê lîstin û tîma Hesekê bi ser ket.
Her du tîmên serketî (Efrîn û Hesekê) di fînalê de li hemberî hev lîstin.
Tîma Hesekê (4-0) bi ser ket û “Kupaya Rojava” bi dest xist.



