Li Bokemalê di êrîşeke Amerîkî de, 18 çekdarên Heşda Şabî hatin kuştin

Şevê din bi êrîşeke asîmanî li ser herêma Bokemalê ya rojavayî Sûriyê nêzî sînorê Iraqê, ji aliyê Amerîka ve 18 çekdarên Hişda Şeibî hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku 18 endamên Hişda Şeibî li herêma El Hisyan li Bokemalê di topbarana bi 3 balafiranên Amerîkî de hatin kuştin.

Êrîş Qaîdeya Îmam Elî û herêma Hisyan li Bokemalê kirin armanc, ku hêzên bi ser Îranê ve, ev dever ji xwe re kirine baragehên leşkerî .

Ev yek jî piştî ketina 18 moşekan li ser barageha El Tacî ya ku leşkerên Amerîkî dihewîne, pêk hat.

Li gorî berpirsiyarên Amerîkî di êrîşa duh de 2 leşkerên Amerîkî û leşkerkî Brîtanî hatin kuştin û zêdeyî 10 jî birîndar bûn.

Back to top button