Rêveberiya Xweser: Me vedîtinek nû dît dikare di 30 saniyan de corona keşf bike

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku wan vedîtineke nû dîtiye ku dikare vîrûsa Corona di 30 saniyan de keşf bike. Desteyê da zanîn ku wan ev vedîtin li 3 nexweşxaneyên Wûhan a Çînê tecrûbekirine û encamên wê erênî bûn. Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser teqez kir ku ew vedîtin ji bo mirovahiyê û pêşîlêgirtina Corona hatiye dîtin ne ji bo bazirganiyê.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi civînekî çapemeniyê tecrubeya ku dikare vîrusa Coronayê ya nû di 30 saniyan de diyar bike, ragihand.

Di civînê de Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa diyar kir ku ev tecrûbe di encama keda hevpar a Desteya Tenduristiyê û peymangeha Piyas PIS a Swêdê de pêk hat.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku piştî xebata hevpar û bênavber vedîtineke nû di laboratuarên xwe de dîtine û got:

“Bi rêya tîma xebata pispor û diyarkirî, me karî gelek tecrube û lêkolînan bikin ku bi encamên pir baş pêk hatin.

Wê ev encam piştevaniya dorpêç û serweriya li vîrusê ya xeternak û kujer bike.”

Mistefa da zanîn ku ew gihîştin tecrubeya “KÊD” ku dikare nexweşên vîrusa nû di 30 saniyan de diyar bike.

Heta niha tu kes negihîştiye vê KÊD’ê ku dikare nimûneyekê ji belxema kesên nexweş bibe û test bike.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku ev vedîtin li 3 nexweşxaneyên Wuhan a Çînê hatin ceribandin û encamên wê ji sedî 80 heta 85 erênî bûn.

Dr. Ciwan Mistefa balkişand ser taybetmendiyên vê tecrûbeyê jî û got:

” Ev tecrûbe dikare bertekên ku di xwîna spî ya di laşê mirov de ber bi tiştekî biyanî de dilive, nas bike.

Her wiha di vê tecrûbeyê de ti madeyên kîmyewî yên zirarê bigihînin mirov tune ne û tu zirarê nagihîne ewle ye.”

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa dawiyê de teqez kir ku ev test ne ji bo bazirganiyê lê ji bo mirovahiyê ye….

Back to top button