Li Başûrê Kurdistanê tevî kontrolkirina rewşê heta asteke baş, hîna metrisî heye û îro rewşên nû hatin tomarkirin.
Îro li Başûrê Kurdistanê pêketina 8 kesên din bi vîrûsa Coroanyê hat tomarkirin.
3 li Sliyêmanê û 5 li Hewlêrê.
Her wiha Hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê li kampa Dara Şekranê ya penaberên ji Rojava rewşeke vîrûsa corona tomar kir û ji ber wê jî kamp xist bin çavdêriyê.
Li Başûrê Kurdistanê, heta niha 353 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 4 kes mirine û 320 kes rihet bûne.