Di çaçroveya binpêkirina agirbesta Putin-Erdogan ku rojane tê binpêkirin, hêzên hikumeta Şamê başûrê Idlibê topbaran kir.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku hêzên hikumeta Şamê deverên Kefer Uwêd û Eynkawî li başûrê Idlibê û Sehil El-Xab topbaran kirin.
Hat ragihandin ku hemwextî topbaranê balafirên şer ên Rûsyayê jî li esîmanê herêmê digeriyan.
Şeva borî jî hêzên hikumeta Şamê deverên çeteyên dewleta Tirk li Fitêra, Filêfil û Kensefrayê li gundewarê başûrê Idlibê kiribûn hedef.
Agirbesta Putin-Erdogan ku 15’ê Adara borî hate ragihand dikeve roja xwe ya 59an de.
Heta niha jî tevî agirbestê rojane şer û topbaran li herêmên agirbestê dewam dikin.



