Jinên Reqayê li dijî kiryarên dewleta Tirk daketin qadan

Li Reqayê bi sedan jinan ji bo şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk ên li Efrînê û bi taybet li dijî jinan, xwepêşandanek li dar xistin.

Xwepêşandana ku ji pêş Qada Agir-kujiyê ya li naverasta bajêr dest pê kir û heta kolana Basil, dewam kir, ji aliyê rêveberiya jinan a Reqayê ve hat organîzekirin.

Di xwepêşandanê de, bi sedan jinên bajarê Reqayê, rûspiyên eşîrên herêmê û endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdar bûn.

Piştî ku xwepêşandêran meşa xwe bi dawî kirin, li kolana Basil kom bûn û li wir daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de, kiriyarên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û bang li rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku bi lez tev bigerin û lêpirsîneke navneteweyî derbarê sûcdaran de vekin.

Back to top button