Li Başûrê Kurdistanê 104 kes bi Coronayê ketin

Vîrûsa Corona li Başûrê Kurdistanê bi hêzeke mezin belav dibe. Herî dawî 104 kesên din bi vîrûsê ketin.

Vîrûsa Corona bi lezeke mezin li Başûrê Kurdistanê belav dibe.

Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku di nava 24 saetên dawî de, li 104 kesên din bi vîrûsa coronayê ketine.

Li gorî daxuyaniyê heya niha 12 hezar û 297 kes ketine di bin çavdêriya tenduristiyê.

Ji wan tenê 938 kes mane.

Li gorî vê, 181 kes li Hewlêr, 61 kes li Silêmanî, 696 kes li Dihokê ne.

Hate ragihandin ku bi giştî heya niha 11 hezar û 359 welatî, baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Her wiha di nava 24 saetên dawî de 64 kesên guman li ser heyîn, ketine bin çavdêriyê.

Back to top button