Ilham Ehmed: Divê hikûmeta Şamê dest bi pêvajoya siyasî bike û gel ji krîza aborî biparêze

Seroka Desteya Rêveber a MSD Ilham Ehmed diyar kir ku destpêkirina pêvajoya siyasî ji aliyê hikumeta Şamê ve, wê gelên Sûrî ji encamên kambax ên cezayên aborî biparêze.

Ilham Ehmed di civîna Meclisa Giştî ya taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de axivî û rewşa aborî ya Sûriyê nirxand.

Seroka desteyê, berdewamkirina aloziyê texmîn kir û anî ziman ku dibe ti çareyeke nêzî tune be..

Ilham got:

Em di şerê cîhanî yê sêyemîn re derbas dibin, ev rewş ne tenê li Sûriyê heye, belê ev rewşeke navdewletî ye û wê çare zû bi zû çênebibe.

Der barê encamên cezayên li ser Sûriyê sepandî jî, Ilham teqez kir ku, tevî ev ceza li hikumta Şamê hatine birîn, lê wê gel zerera herî mezin bibîne.

Li gorî Ilham Ehmed jî, li vir divê hikumet berpirsyar be û êdî dest bi çareya siyasî bike, ji ber ew tekane rêya rast e û wê gel ji encamên van cezayan biparêze.

Back to top button