HPG: Li Şirnexê 2 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiyên li herêma Qilaban ya Şirnexê de, 2 leşkerên dewleta tirk a dagirker hatin kuştin.

 

Li gorî daxuyaniyê:

4’ê Hezîranê artêşa tirk a dagirker li qada gundê Siyanisê ya Sêrtê dest bi operasyona dagirkeriyê kir.

Di encama şerê 5 hezîranê de, 2 gerîla heta kêliya dawî şerkirin û şehîd bûn.

6’ê Hezîranê gerîlayan li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê û girê Xakuşke de çalakî pêk anîn, lê têkidarî encamên çalakiyê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

7’ê Hezîranê di dema oparasyona dagirkeriya dewleta tirk ya li navçeya Qilabanê ya Şirnexê de gerîlayan çalakiyek kirin.

Di encamê de 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

Hêzên dagirker ên nekarî encamê ji operasyonê werbigirin, hin koçerên li zozanan sewalkarî dikirin destgîr kirin.

 

Back to top button