Ji bo derketina artêşa Tirk ji Başûrê Kurdistanê kampanya didome

Li Silêmaniyê bi sedan welatî ji bo derketina artêşa Tirk a dagirker ji Başûrê Kurdistanê tevlî kampanyaya îmzeyan bûn.

Kampanya îmzeyan a ji bo derxistina artêşa Tirk a dagirker ji ser xaka Başûrê Kurdistanê, li gelek bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê berdewame.

Di saetên êvarê de Rêxistina Jiyanewey Gencan û Jinên Ciwan ên Têkoşer di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo derxistina artêşa Tirk ji ser xaka Başûrê Kurdistanê, li ber Deriyê Sera yê Silêmaniyê standa îmze komkirinê danîn.

Welatiyên Silêmaniyê eleqeyek germ nîşanê kampanyê dan û bi sedan kes tevlî kampanyê bûn.

Hêjayî gotinê ye di çarçoveya vê kampanyê de heya niha zêdetirî 21 hezar îmze hatine komkirin û armanc ewe ku bigihe 100 hezar îmzeyan.

Piştre wê ev îmze radestî Netewên Yekbûyî, Parlamentoya Iraq û Herêma Kurdistanê were kirin.

Back to top button