Hunermend û rewşenbîrên Silêmaniyê dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Komek hunermend û rewşenbîr li bajarê Silêmanî kom bûn û bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Li ser navê kombûnê axaftin ji çapemeniyê re hatin kirin.

Hat destnîşankirin ku Tirkiyê bi gelek rêbazên cuda êrîşî ser xaka Başûrê Kurdistanê dike û dixwaze beşek mezin ji herêmê dagir bike.

Hat diyarkirin ku dewleta Tirk sûdê ji nakokiyên siyasî li Başûrê Kurdistanê digirin û xak û serweriya Başûrê Kurdistanê binpê dikin.

Hat gotin jî ku gelê herêmê bûye qurbaniyê berjewendiyên siyasî û aborî yên navxweyî yên aliyên siyasî.

Her wiha ji bo rabûna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, banga yekgirtinê li gel û aliyên siyasî hat kirin.

Back to top button