Cezayê heta hetayê li Brenton Tarrant yê 51 kes li mizgeftê kuşt hat birîn

Ji bo êrîşkar Brenton Tarrant yê li 2 mizgeftên li bajarê Kraysçêrç yê Zelendaya Nû komkujî pêk anî û 51 kes kuşt hat darizandin.
Dozger ji bo Tarrant cezayê heta hetayê da.

Dozgeriya Bilind ya Dadgeha Kraysçêrç (Christchurch) ku lê doz dihate dîtin biryara xwe ya derbarê cezakirina terorîst Tarrant de eşkere kir.

Dozgeriyê Tarrant bi cezayê zîndanê yê heta hetayî mehkum kir û got,

Ew cezayê herî mezin bidin terorîst jî lê wê nekaribe cihê êşa heyî bigre.

Dî dîroka welat de yekem car cezayekî wisa giran li kesekî tê birîn.

Dozger Cameron Mander dema cezayê Tarrant dixwend got,

Tişta ku te kirî, durî mirovahiyê ye.

Te bi zanabûn zaroka sêsalî ya ku lingê bavê xwe girtî kuşt.

Tarrant hemû tewanên li dijî xwe qebûl kir.

Doza ku 4 rojan dewam kir tedbîrên zêde hatin girtin û malbatên qurbaniyan jî li ber derî dozgeriyê amade bûn.

Trrant 15’ê Adara 2019’an di dema nimêja Înê de, êrîşî du mizgeftên li bajarê Kraysçêrç (Christchurch) kiribû.

Di êrişê de, 51 kes miribûn û 49 jî birîndar bûbûn.

Back to top button