KJK’ê ji bo parastina jin û civakê dest bi pêngavekê kir

Koordînasyona KJK’ê piştgiryia xwe bi pêngava KCK’ê ya “Bes e ji tecrîd, faşizm û dagirkeriyê re; dem dama azadiyê ye” ragihand.

Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku ew destekê didin pêngava KCK’ê û di heman demê de pêngavek nû ragihand.

KJK’ê bi silogana ‘Li dijî qirkirina jinên, dema parastina jina azad û civakê ye’ pêngava xwe ya nû ragihand.

KJK’ê destnîşan kir ku wê pêngava KCK’ê û pêngava wan ya nû bi hev re bimeşin.

KJK’ê destnîşan kir ku wê herdu pêngav hevdu bihêz bikin.

Koordînasyona KJK’ê bang li hemû aliyan kir ku di çarçoveya herdu pêngavan de bi xurtî tevlî çalakî û xebatên bên kirin, bibin.

Back to top button