HPG: Li Heftenînê gelek dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li başûr û bakurê Kurdistanê çalakiyên li dijî artêşa Tirk ya dagirker didomînin û derbên giran lê didin.
HPG’ê ragihand li Heftenînê gelek dagirker hatine cezakirin û li eyaleta Serhedê jî artêşa Tirk ya dagirker hate têkbirin û gelek windahî da.

Gerîlayên HPG’ê rojane derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin. Gerîlayan li Heftenîn a başûrê Kurdistanê û li eyaleta Serhedê ya bakurê Kurdistanê li artêşa dagirker da.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî diyar kir gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de gelek çalakî li dar xistine û ev agahî parve kir;

“Di 10’ê Mijdarê li Girê Xaç a Qada Xantûrê ya Heftanînê li dijî dagirkeran çalakiyek hatiye lidarxistin. Dema ku komek dagirker di çeperekê de kom bûne, hêzên me li wan dan. Li vê derê 2 dagirker hatin cezakirin û çeper jî hate îmhakirin.

Di 10’ê Mijdarê de li dijî Girê Îndîrme ya Xantûrê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sûîkastê hate lidarxistin. Li vê derê dagirkerek hate cezakirin.”

HPG’ê diyar kir ku balefirên şer ên Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî kirine û got,

“Di 7’ê Mijdarê de dora gundê Şêhê ya Garê, 8’ê Mijdarê dora gundê Lewcê ya Qendîlê, 9’ê Mijdarê qada Kolîtê ya herêma Xakurkê hatiye bombebarankirin.”

HPG’ê diyar kir di van êrîşên hewayî de tiştek bi hêzên wan nehatiye.

HPG: Li Serhedê artêşa Tirk a dagirker hat têkbirin û gelek kuştî da

HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji 2’ê Cotmehê heta 27’ê Cotmehê li qada Gilîdaxê ya Serhedê operasyon meşandiye û bombeya fosforê bi kar aniye. HPG’ê diyar kir ku hêzên gerîla operasyona artêşa Tirk pûç kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kir:

“2’ê Cotmehê li herêma Gilîdaxê ya eyaleta Serhedê kesekî xiyanet kir û teslîmî dijmin bû. Li gorî agahiyê ku wî xayînî da dijmin, artêşa Tirk a dagirker li herêmê dest bi operasyoneke berfireh kir.

Di sibeha 3’ê Cotmehê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şer dest pê kir.

4’ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker bi 3 helîkopterên kobra û 5 helîkopterên skorsky dor li qada ku hêzên me lê bûn girtin û leşker danîn herêmê.

5’ê Cotmehê dema ku hêzên me hewl didan ji dorpêça operasyonê derkevin, şer qewimî. Li vê derê gelek dagirker hatin cezakirin û birîndar bûn.

9’ê Cotmehê dagirkeran xwestin bikevin nuqteyeke din a gerîla. Hêzên me ev hêza dagirker kontrol kirin û derbên giran lê dan. Di encamê de yek jê efserekî bi paye bi giştî 3 çawişên pispor hatin cezakirin. Hêzên me çûn ser cenazeyên her sê dagirkeran û gelek çek û alavên li ser wan desteser kirin.

10’ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên fosforê qada ku hêzên me lê bûn bombebarankirin û cenazeyên leşkerên dagirker jî şewitandin.”

HPG’ê diyar kir gerîla di vê operasyona dagirkeriyê de bi xwînsarî tevgeriya û bi rêbaza serdema nû ya gerîla, êrişên dijmin ên bi teknîkê pûç kirin.

Back to top button