Mezlûm Ebdî: Em ji bo azadî û aştiyê Sûriyê xwedî nêrînên hevbeşin

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mezlûm Ebdî bi cîgirê nûnerê Amerîkî yê nû yê ji bo Sûriyê David Braunstein re civiya.

Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê twitterê têkildarî civînê ev agahî parvkir:

“Em bixêrhatina cîgirê nûnerê Amerîkî yê nû yê ji bo Sûriyê birêz David Braunstein dikin.

Em ji bo pêşerojeke ku hemû gelê Sûriyê bi aştî û azadiyê kêfxweş bin, xwedî nêrînên hevbeş in.

Ebdî diyar kir ku ewê hewl bidin bi hemû birayên xwe yên Sûrî re kar bikin, da ku astengiyên heyî derbas bikin.

Back to top button