Artêşa Tirk gundên Zirgan û Til Temirê topbaran dikin

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe, gundên Zirgan û Til Temirê topbaran kirin.

Dagirkeran gundên navçeya Zirganê û gundê Til Leben ku dikeve rojavayê navçeya Til Temirê topbaran kirin.

Derbarê ziyanên toparanê de, ti agahî nehatin bidestxistin.

Heta amadekirina vê nûçeyê jî, Topbaran berdewam bû.

Çeteyên dagirker gundên Eyn Îsayê topbaran kirin

Her wiha artêşa Tirk û çeteyên xwe gundên Dibis, Hoşan û Xalidiyê yên girêdayî navçeya Eyn Îsayê jî bi çekên giran topbaran kirin.

Balafirên keşfê yên dewleta Tirk vê êvarê, li ser navçeya Eyn Îsayê degeriyan.

Artêşa Tirk gundên Girê Spî topbaran kirin

Her wekî artêşa dagirker, şevê din gundên Xirbet Beqer û embarên Qizelî yên li gundewarê Girê Spî bi mûşekan topbaran kirin û ti agahî derbarê ziyanan de bidest neketin.

Li Rojhilatê Kobanê jî, li nêzî sînor, droneke dewleta Tirk ket xwarê.

Li gorî agahiyan ev dron li nêzî gundê Til Hacib ê li rojhilatê Kobanê, 4 km dûrî sînor ketiye.

Back to top button