Bi pileya 5.1 li Sêrtê erd hejiya

Îro di saetên sibehê de, li navçeya Misirc a Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê bi pileya 5.1 erd hejiya.

Erdhej saet 8:45’an û 10 km li kûrahiya erdê pêk hat.

Ji ber erdhejê, avahiyên li gundê Ayderê ziyan dîtin.

Her wiha rêya navbera Sêrt û Bedlîsê jî ji çûnûhatinê re hat girtin.

Şêniyên li çend bajarên Rojavayê Kurdistanê jî, mîna Qamişlo, Amudê, Dêrikê û Tirbespiyê pê hesiyan.

Berî nêzî mehekê jî, li Izmîrê erdhejeke xurt bi pileya 6.6 çêbû û 114 kes kirin qurban, hezar, 35 kes jî hatin birîndarkirin û gelek avahî hilweşandin.

Back to top button