Erdogan xwe avêt bextê DYA û daxwaza başkirina peywendiyan kir

Destwerdanên rejîma Erdogan ya dagirkirina xaka welatan û polîtîkaya wê hina dibe belaya serê wî.
Erdoganê di qada navnetewî de êdî piştevaniyê nabîne, careke din xwe avêt bextê Amerîka.
Erdogan xwest têkçûna xwe ya li Garê bide ji bîrkirin û êrîşa li dijî avahiya Kongra Amerîka jî bi YPG û YPJ’ê ve girêda.

Rastiya Serokomarê Tirkiye Erdogan êdî ji aliyê piraniya welatên cîhanê ve tê zanîn.

Êdî hatiye dîtin ku ji bo polîtîkayên xwe yên siyasî Erdogan dikare her tiştî bike.

Ev yek jî bûye sedem ku di qada navnetewî de, baweriya bi hikumeta AKP’ê lewaz bibe û gumanan bi xwere bide avakirin.

Serokomarê Tirkiye Erdogan jî li vê yekê mikur hat ku di qada navnetewî de êdî piştevanên wî kêm bûne.

Erdoganê ji bo merasîma vekirina TASC TV ya ku wê ji bo Tirkiyên li DYA weşanê bike, peyamek bi video şand û êrîşa li dijî kongreya Amerîka bi YPG û YPJ’ê ve girêda.

Kesên ku di êrîşa li dijî avahiya Kongra Amerîka de serkêşî dikirin, têkliya xwe bi basêkê rêxistina cudakar yê Sûriyê YPG-YPJ’ê re hatiye dîtin.!!!!

“Di nava demên dawiyê de danustandinên me yên bi DYA yê re pirsgirêk hene.

Lê ji bo ev yek derbas bibin bi rêveberiya Joe Biden re em di nava lêgerîna çareseriyê de ne.”

Erdogan bi awayekî eşkere anî ziman ku di navbera Enqere û Waşîngtonê de fikrên pir cuda hene û wiha domand:

“Her çiqasî di hinek mijaran de nêrînên me yên cuda hebin jî lê hevkariya me kariye hemu zehmetiyan derbas bike.

Di nava demên dawiyê de, bûyerên ku rûdayî dostaniya Tirkiye-Amerîka bi awayekî eşkere nîşan da.”

Serokomarê Tirkiye Erdogan ê ku ji têkçûna oparasona dagirkirina li Garê berpirsyar e û di hedefa mixalîfên Tirkiyê de ye, dixwaze bi piştevaniya derve zextên li ser xwe rake.

Back to top button