Komîteya Şopandinê ya MSD civîna xwe ya 3, li bajarê Hesekê li dar xist

Komîteya Şopandinê ya MSD civîna xwe ya 3. li bajarê Hesekê li dar xist.
Tê de biryarên mîna “nabe ti kes bêyî destûra Dozgeriyê were girtin, hat dayîn.
Her wiha di heman çarçoveya ewlehiyê de, vekirina buroyên karûbarên kesên binçavkirî hat erêkirin.

Emîne Omer diyar kir ku bêyî destûra Dozgeriya Giştî êdî nabe ti kes were girtin û divê kesê binçavkirî jî zêdeyî 48 saetan li jêr lêpirsînê nemîne..

Komîteya şopandinê ya MSD Pêncşemê civîna xwe ya 3. ji çapemeniyê re girtî, li Hesekê li dar xist.

Komîteya ku ji encamên Kongreya Niştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê hatiye avakirin– mijarên ewlehî, rêveberî û xizmetguzarî giftûgo kirin.

Emîne Omer: Bêyî destûra dozgeriyê, nabe tu kes were girtin

Emîne Omer Hevseroka Meclisa Sûriyê Demokratîk (MSD) di hevpevîneyeke taybet bo Ronahî TV de, anî ziman ku di warê ewlehî de, ji bilî serdegirtinên girêdayî terorê, nabe bêyî Dozgeriyê, ti kes bê girtin..

Emîne Omer: Wê buroyên karûbarên kesên binçavkirin werin vekirin

Her wiha ji bo heman mijarê Emîne Omer destnîşan kir ku dê buroyên nû yên Karûbarên Kesên Binçavkirî werin vekirin da malbat serdana wan bikin.

Emîne sedema vekirina van buroyên nû jî li ne-eşkerekirina aliyên ewlehî ya agahiyan vegerand, ku carcaran agahî der barê kesên binçavkirî de nedidan malbatan.

Der barê girtiyên gendeliyê jî, Endama Komîteya Şopandinê ya Kobanê Zozan Bozan ji televîzyona me re eşkere kir ku babetên piraniya kesên girtî girêdayî aborî ne û jimarek hatiye berdan û ên mayî jî li jêr lêpirsînê ne.

Emîne Omer: Wê rêkar û mekanîzmeya hilbijartinan bê kirin

Mijara hilbijartinan jî li ser maseya Komîteya MSD bû, ku divê MSD û Rêveberiya Xweser êdî ji bo mekanîzme û rêkarên wê bikevin tevgerê.

Mijdara borî, Kongreya Niştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê biryara hibijartinan li Bakur û Rojhilatê Sûrî da, ku divê di nava kêmî salekî de pergala birêveberî jinûve were sazkirin.

Back to top button