Gundên Aqîbê û Bênê yên navçeya Şêrawa hatin topbarankirin

Gundên Şêrawa, Şera û gundewarê Şehbayê mîna her carê, bûn armanca êrîşên dagirkeran.

Artêşa Tirk şevê din bi giranî gundê Meranaz, Şiwarxa, Alqemê û Tinebê yêm Şeraya Efrînê dan ber topan.

Her wiha gundê Şêx Hilal yê Şehbayê jî ji aliyê dagirkeran ve hate topbaran kirin.

Sibeha duh jî dagirker berê topên xwe dabû gundên Aqîbê û Bênê yên navçeya Şêrawayê ya Efrînê.

Li aliyekî, hêzên hikûmeta Şamê bi dijwarî deverên çeteyên li Efrîna dagirkirî topbaran kirin.


Li Efrîna dagirkirî 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Li gorî Wezareta Parastinê ya Tirkiyê, di topbaranê duh a li Efrînê de, 2 leşkerên wan hatine kuştin.

Wezaretê da xuyakirin ku kesên hatine kuştin, çawîşên pispor in.

Heta niha ti aliyî kuştina leşkerên Tirkî negirtiye ser xwe.

Back to top button