Li bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkeriya Tirk hat şermezarkirin

Piştgiriya bi berxwedana gerîlayan ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker zêde dibe.
Li bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyên cur be cur dagirkeriya tirk tê şermezarkirin.
Îro li navçeya Til Koçer meşek hat li dar xistin.
Kongra Star, partiyên siyasî yên Helebê û şêniyên Til Temirê jî piştgiriya xwe bi berxwedana gerîla re nîşan dan.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li gel bêdengiya hikumetên Bexda û Hewlêrê didomin..

Li hember van êrîşan Şêniyên herêmê jî rojana di nava çalakiyan de ne û nerazîbûn nîşan didin.

Bi vê armancê îro bi sedan şêniyên navçeya Til Koçer meşek li darxistin û piştgiriya xwe ji bo berxwedana gerîla nîşan dan.

“Dagirker tu carî nikarin îradeya me têk bibe”

Kongreya Star a Qamişlo, êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û tekez kir ku serkeftin dê ya gerîlayan be û dagirker tu carî nikarin îradeya wan têk bibin.

Kongra Star tevlî pêngava seferberiyê ya ciwanên Kobanê bû

Kongreya Star a kantona Kobanê jî bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi seferberiya Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Firatê re nîşan da.

Partiyên siyasî: Dewleta Tirk çawa li garê têk çû, niha jî têk diçe

Partiyên siyasî yên di bin sîwana MSD’ê de li bajarê Helebê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrişên li ser herêmên Sûriyê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

Artêşa Tirk a dagirker çawa li hember berxwedana Heftanîn û Garê têk çû li Metîna, Avaşîn û Zapê jî têk çû û derbeyên giran ji gerîla dixwe.

Her weha binpêkirinên dewleta Tirk gihaştine asta sûcên şer wekî qutkirina avê li ser gelê Sûriyê.

Êzidiyên koçber êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Li navçeya Ehdas a Şehbayê, Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrîn jî bi daxuyaniyekê bêdengiya navneteweyî a derbarê êrişên dewleta Tirk dijî Başûrê Kurdistanê û qutkirina ava Firatê, şermezar kirin.

“Ew çi bike jî, nikare vîna gelê Kurd têk bibe”

Şêniyên navçeya Til Temirê jî diyar kirin ku êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê di çarçoveaya plana qirkirina Kurdan de pêk tên, ku hêzên herêmî û navneteweyî bêdengin.

Back to top button