Wezareta Karê Derve ya Amerîkî hûrguliyên seredana şandek Amerîkî a roja yekşemê li bakur û rojhilatê Sûriyê eşkere kir.
Şanda Amerîkî, ji Joy Hood, Alîkarê Sekreterê Derve, Nûnerê Taybet ê Sûrîyê û Rêvebirê Encumena Ewlehîya Neteweyî li Qesra Sipî pêk tê.
Şand li gel payebilindên di QSD’ê de û Encûmena Sûriya Demokratîk, endamên payebilind ên Encûmenê û serokên eşîrên ji Reqayê civiya.
Şandeya Amerîkî sozdariya Dewletên Yekbûyî ji bo hevkarî û hevahengiya di hevpeymaniya dijî DAIŞ’ê de û domandina aramiyê li bakur û rojhilata Sûriya da.
Her wiha şandeyê pabendiya Washington piştrast kir ji bo piştgirî-kirina hemû xebatên çareserkirina ramyariyî ji bo aloziya Sûriya yê.
Dawiyê tekezî li ser domandina ser-kirdayetiya xwe di berteka mirovî ya Sûrî de, da.