QSD’ê şaneyeke DAIŞ’ê li rojavayê Dêra Zorê girt

QSD’ê ragihand ku bi rêya operasyoneke ewlehî ya hevbeş bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re şaneyeke DAIŞ’ê li gundewarên rojavayê Dêrazorê girt.

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) wiha li ser hûrgiliyên operasyonê belav kir û got: “QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di berbanga îro de dest bi operasyoneke ewlehî li herêma El-Kuber a rojavayê Dêrazorê kir. Ew operasyon ji bo serdegirtina şaneyên ewlehî yên girêdayî DAIŞ’ê û aliyên dîtir ên ku hewl didin aramî û ewlehiya herêma derbe bikin pêk hat.”

QSD’ê da zanîn ku di operasyonê de di nabera hêzên wan şaneya terorîst a DAIŞ’ê re şer çêbû û ew girtin.

QSD’ê eşkere kir ku ev operasyon li ser bersivdana bangên şêniyên herêmê pêk hat, ji ber çeteyên DAIŞ’ê sivîl, endamên saziyên xizmetguzarî û rûspiyên eşîran armanc dikirin.

Back to top button