“Tirkiye li pêşiya dadgehkirina DAIŞ’ê dibe asteng”

Ji bo lêkolînkirina li ser sûcên DAIŞ’ê Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaza dadgeheke navneteweyî li Bexdayê kir.
Lê Tirkiye û çend welatên din li pêşiya vê dibin asteng.

Çavkaniyekî ajansa ANF’ê ji Bexda ragihand ku NY daxwaz kiriye ku dadgeheke bilind a navneteweyî li paytexta Iraq Bexda bê avakirin.

Ev dadgeh jî bi aramnca lêkolînê li ser çeteyên DAIŞ’ê û sûcên wê bike bê avakirin.

Li gorî çavkanî, çend dewletên ku destê wan di avakirina DAIŞ’ê de hene, bi taybet Tirkiye, Urdun, Qeter rêgirî li avakirina vê dadgehê dike.

Çeteyên DAIŞ’ê 2014’an bi hevkariya welatên herêmî û taybet Tirkiye li Iraq û Sûriye belav bûn û sûcên dijmirovahiyê yên mezin kirin.

Ji ber vê yekê di mijara piştgirîkirin û hêsanîkirina derbasbûna çeteyan a li Iraq û Sûriyeyê di qada navnetewyî de hem berê û hem jî niha gelek rexne li Tirkiye hate kirin û bi belge piştevanî û hevkariya wî ya bi DAIŞ’ê re tê sûcdarkirin.

Back to top button