Çalakiyên hunerî û çandî li ku bi pêşengtiya Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Efrînê di 10’ê Tîrmehê de li Şehbayê despêkiribû, li kampa Berxwedan bi dawî bû.
Bi dirûşmeya “Bi çanda Hîlala Zêrîn û hunera şerê gelê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin” hefteya hunerî hat lidarxistin.
Ev çalakî piştî hefteyekê li kampa Berxwedan bi dawî bû.
Çalakî li tevahî navçe û wargehên koçberiyê yên Şehba hatin kirin.
Endama Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Efrînê Nebîha Ehmed diyar kir bi armanca parastina çanda dayikan ji qirkirna dagirkeriyê hefteya çandê pêk hat.
Paşê Koma govendê ya Şehîd Viyan Soran û koma Şehîd Avêsta ya stranan hunerên xwe pêşkêşkirin.
Ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn ve cilên filklorî hatin pêşandan.
Koma şano şanoyek bi navê Garê pêşkêşkirin.
Herî dawî koma stranan a Şehîd Hêva stranên gelêrî gotin.