Îran..xwepêşandaran daxweaz kirin ku Mihafizê Ehwazê ji karê xwe were dûr xistin

Di berdewamiya xwepêşandanên li Îranê de xwepêşandaran daxwaz kirin ku divê Mihafizê bajarê Ehewazê Qasim Sileyman Deştikî  ji karê xwe were dûrxistin.

Di roja heftemîn a xwepşandanan de şevê din li bendera Cinawê ya bajarê Bûşehr jî xwepêşandan destpê kirin.

Li aliyê din jî Hêzên Taybet êrîşî xwepêşandarên li bajarê Mescid Sileyman ya rojavayê Îranê kirin.

Hate gotin Xwepêşanderan riya di navbera bajarê Behbehan û Şêrazê ji çûn û hatinê re qut kirin.

Li Navçeya El-Ha’î ya parêzgeha Ehwazê jî xwepêşandanek girseyî li dijî rejîma Irana hat li dar xistin.

Xewpêşandara di xwepêşandanê de daxwaza betalkirina hemû projeyên veguhastina avê û nûvekirina çemên Kara- ElKirxa û Cerahî kirin.
Di heman demê de xwestin hemû girtiyên di xwepêşandanên ji 15’ê tîrmehê de hatibûn girtin, serbest werin berdan.

Back to top button