Rêxistina Afyar a Jîngehê: Ji bo carek din xweza weke berê vegere, pêwîstî bi 10 salan heye

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin li rex vê talan û şewitandina xwezaya başûr dewam dike.
Rêxistina Afyar ya Jîngehê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker xwezaya Kurdistanê talankiriye, ji bo ku carek din xwezaya berê vegere, herî kêm pêwîstî bi 10 salan heye.
Serokê Lijneya Hevalbendiya Iraq-Tirkiye Zafer El-Anî nîşanî gotinên Wezîrê Karên Hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu da ku gotubû “Nêze em bi meşê biçin Sûriye û Iraqê” û destnîşan kir ev yek hedefa Tirkiyê ya berfirehkirina dagirkeriyê nîşan dide.

Êrîşên dewleta Tirk ser Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin.

Artêşa Tirk li rex êrîşên xwe yên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê, dest bi talankirina xwezaya Kurdistanê jî kiriye.

Artêşa Tirk nava xaka Başûrê Kurdistanê daran dibire, dişewitîne û jîngehê talan dike.

Derbarê talankirina xwezaya Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirk ve, serokê Rêxistina Afyar ya Jîngehê Aso Şikak ji Rojnews re axivî û berteka xwe dijî êrîşên dagirkeriyê anî ziman.

Aso Şikak diyar kir Tirkiye ji bo dagirkirinê û talankirina xwezaya Kurdistanê hatiye û piştî 10 salên din jî wê xwezaya Kurdistanê venegere rewşa xwe ya berê.

Şikak got:

“Tirkiyê rêjeyek zêde derbasî nav xaka Kurdistanê bûye, mayînan diçînin, xakê jehrî dike û giya şîn nabe, ji ber vê jî hejmarek zêde ya lawiran jî tine bûne.

Tirkiye ji bo baregehên xwe bide avakirin daran dibire.

Dewleta Tirk bi sedan hektar erd û bi dirêjiya 40 kêlometre zeviyên çadiniyê têk biriye”

Zafer El-Anî: Gotinên Soylu hedefa Tirkiyê ya berfirehkirina dagirkeriyê nîşan dide

Beriya demekê Wezîrê Karên Hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu li Şirnexa Bakurê Kurdistanê gotibû “Nêz e ku em bi meşê biçin Sûriye û Iraqê”.

Derbarê van gotinan ku serweriya xaka Iraqê binpê dike, endamê Lijneya Pêwendiyên Derve û Serokê Lijneya Hevalbendiya Iraq-Tirkiye Zafer El-Anî daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Zafer El-Anî destnîşan kir ku axaftinên Suleyman Soylu dijî serweriya Iraqê ye û hedefa Tirkiyê ya berfirehkirina dagirkeriyê nîşan dide.

El-Anî destnîşan kir ku gotinên Soylu xizmeta aştî û aramiya herêmê nakin û got:

“Em li bendê bû ku Tirkiye pêwendiyên xwe bi Iraqê re xurt bike, lê niha berevajiyê wê dike.”

Back to top button