Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Efrînê Silêman Cafer diyar kir ku armanca serdana Wezîrê Hundirîn ê Tirkiyê Suleyman Soylu ji Efrînê re planek e ku xaka Sûriyê dagir bike û tev li xaka Tirkiyê bike.
Silêman Cafer got, divê cîhan xeteriya dewleta Tirk baş bizane û bêdengiya li hember wê dê bi xwe re karesatê bîne.