Îro li herêma Avaşînê di navbera gerîlla û artêşa Tirk de şerê giran rû da.
Li aliyê din ji 19ê Cotmehê ve gelek deverên Başûrê Kurdistanê ji aliyê balafirên şer yên dewleta Tirk ve hatin bombebarankirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe a rojane de ev agahî bi raya giştî re parve kirin:
22’ê Cotmehê danê sibê, li Avaşînê, artêşa Tirk a dagirker li dijî qada Girê Kartal operasyon destpêkir.
Gerîlla li hêzên operasyonê da.
Li herêmê di navbera gerîlla û hêzên dagirker de şerê dijwar rû da.
Di rojên pêş de wê encam şer were ragihandin.
Di navbera 19 û 21’ê Cotmehê de li herêma Avaşîn, qadên Stûnê, Kartal û Werxelê ji aliyê artêşa dagirker ve hatin bombardimankirin.
20’ê Cotmehê jî Girê Berbizina ê girêdayî herêma Xakûrkê bû hedefa êrişa balafirên artêşa Tirk.
21’ê Cotmehê qadên Werxelê, Girê Kartal û Girê Lanet ên girêdayî Avaşîn, ji aliyê balafirên şer ve hatin bombardimankirin.
Heman rojê li herêma Garê jî balafiran êrişî qada Kafya kirin.
Li herêma Zapê jî di navbera 20 û 21’ê Cotmehê de Girê Şehîd Fedakâr û Çemço ji aliyê qereqolên sînor ve hatin topbarankirin.
22’ê Cotmehê qada Girê Lanet ê girêdayî Avaşîn ji aliyê balafirên şer ve hat bombardimankirin.