Îro dîsa li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî xelk li dijî êrişên dewleta Tirk daketin qadan.
Şêniyên Qamişlo, Heleb, Reqa, Tebqa, Dêra Zor û Kobanê jî bi çalakiyên cur be cur êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.
Şêniyan bang li hêzên navnetewî kirin ku li dijî êrişan ji bêdengiya xwe derkevin.
Bertek û nerazîbûn li dijî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û bi taybet ya li dijî Kobanê zêde dibin.
Di vê çarçoveyê de şêniyên Helebê daketin qadan û bang li hêzên navnetewî kirin ku li dijî êrişan bêdeng nemînin.
Bi heman armancê Kongreya Star a bajarê Qamişlo jî daxuyaniyek da û êrişên dewleta Tirk şermezar kir.
Kongra Star bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li hember êrişan erka xwe bi exlaqî bimeşine.
Meclis Malbatên Şehîdan a Minbicê jî diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişan têkbirina aramî û ewlehiya li herêmê ye.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku êrişa li dijî Kobanê, sûceke li dijî rêgzên exlaq û mirovahiyê ye.
Ciwanên PYD’ê yên Kobanê jî bi daxuyaniykê bal kişandin ser pirsgirêkên hundirîn ên Tirkiyê û gotin:
“Tirkiyê gelekî lawaz bûye, dema ku mîna van êrişan pêk tîne, nayê wateya ku bi hêz e, ev êriş lawazbûna wê diyar dike”.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê jî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk û bêdengiya Rûsya li hember wê şermezar kirin.
Her wiha Rêxistinên Civaka Sivîl a Tebqayê anî ziman ku dewleta Tirk bi êrişên xwe biratiya gelan a li herêmê dike hedef.
Rêxistinê li hember êrişên dewleta Tirk banga hesabxwestinê kir.
Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê jî bi daxuyaniyekê banga têkoşîna li hemberî planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk kirin.