Rêxistina Mafê Mirovan ya Cîhanî ku xebatên xwe li eyaleta Arîzona ya Amerîkayê birêve dibe biryar da li herêmên ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar aniye dest bi lêkolînê bikin.
Rêxistinê bi hevkariya Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebce, bi mijara “Zarokên Winda yên Helebce” civînek pêk anî.
Niha li Helebce 83 malbat daxwaza peydakirina 114 zarokên di dema kîmyabarana Helebce winda dikin.
Berpirsê Rêxistinê Seyid Selah Baxçeyî ji ajansa Rojnews’ê re got “Ji bo zarokên winda yên Helebce projeyek me ya hevbaş heye. Em ê mijara van bigihînin Ofîsa Rêxistinê ya li eyaleta Arîzona ya Emerîka. .”
Li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyê ve li Başûrê Kurdistanê jî, Seyîd Selah Baxçeyî dibêje “Biryar e ku di demek nêzîk de rêxistina me bicive û bikaranîna çekên kîmyawî yên ji aliyê dewleta Tirk ve lêkolîn bike. Teqez em ê li ser bixebitin.”



