Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya çûnhatinê ya beşî ku li seranserî herêmê ragihandibû rakir û tenê dê li bajarên Hesekê, Hol û Dêrazorê heta demeke ne diyar dewam bike.
Piştî êrişa çeteyên DAIŞ’ê li ser Girtîgeha Xiwêranê û dest bi hemleya ewlehî û lêgerînê hate kirin.
Desteya Hundirîn a Bakurê Rojhilatê Sûriyê qedexeya giştî li ser bajarê Hesekê û piştre qedexeya beşÎ ya çûnûhatinê li seranserî bakur û Rojhilatê Sûrriyê ragihand.
Desteyê îro bi daxuyaniyekê qedexeya beşî ya çûnûhatinê li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bilî bajarên Hesekê, Hol û Dêrazorê rakir.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin qedexeya beşî ya çûnûhatinê li bajarên Hesekê, Hol û Dêra Zorê ji îro heta demeke ne diyar tê ragihandin.
Hat diyar kirin ji bo saziyên ku pêwîste xebatên xwe dewam bikin ev biryar ne derbasdar e.