Dewleta Tirk a dagirker 150 çeteyên din dişîne Lîbyayê

Her çendî hewldanên navneteweyî ji bo çareseya aloziya li Lîbyayê tên kirin, lê dewleta Tirk van hewldanan asteng dike. Dewleta Tirk 150 çeteyên xwe yên din ên li Sûriyê ji bo Lîbyayê bi rê xist.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker 150 çeteyên koma bi navê Mihemed El-Fatih ên bi rêya deriyê sînor ê Hawar Kilîs yê li bakurê Helebê derbasî Tirkiyê bûn û wê bişînin Lîbyayê.

Her wiha wê 150 çete jî ji Lîbyayê vegerin Tirkiyê û wê piştre derbasî Sûriyê bibin.

Hêjayî bi bîr xistinê, di 8’ê vê mehê de jî dewleta Tirk 150 çete şanidbûn Lîbyayê.

Back to top button