Li ser rewşa dawî ya Şengalê û hewildanên tevlîheviyê yên hikumeta Iraqê, Rîham Hesen hevseroka M.R a R.Xweser a Şengalê nirxandin kir.
Rîham Hesen, piştrast kir ew dev ji projeya Rêvebriya Xweser bernadin û heta dawî wê biparêzin.
Çend roj in tevgereke zêde ya leşkerên Iraqê li Şengalê xuya dibe.
Çi bi şandina hêzê be û çi jî bi hewildanên derxistina tevlîheviyê be.
Li dijî van planan, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê Rîham Hesen nirxandin kir.
Rîham Hesen dibêje:
” Li şûna ku artêşa Iraqê hêzên xwe bişîne herêmên ku rûbirûyê êrişên dewleta Tirk tên , wan tîne û li Şengalê bi cih dike.
Ev yek nîşaneya lihevkirina dewleta Iraq bi dewleta Tirk re ye û dewama peymana 9’ê Cotmeha 2020’an.”
Rîham Hesen diyar kir ku şandina hêzê ber bi Şengalê ve bi destekdayîna dewleta Tirk pêk tê û wiha domand:
“Ev komployeke eşkere li ber çavên cîhanê pêk tê.
Barzanî, Kazimî û Helbûsî bi dewleta Tirk re civiyan û piştî van hevdîtinan ji bo pêkanîna wê, gav avêtin.”
Rîham Hesen: Bêyî projeya Rêveberiya Xweser wê qirkirina êzidiyan bi dawî nebe
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê Rîham Hesen tekez kir ku Rêveberiya Xweser projeya çareseriyê ye û got:
“Em dev ji vê projeyê bernadin.
Bêyî vê projeyê wê Êzidxan serkeftinan bi dest nexe û qirkirina civaka êzidî bi dawî nebe.”
Û dawiyê jî piştrast kir eger parçebûneke nû çêbibe, wê ne di xizmeta Şengalê de û ne jî di berjewendiyên hikumeta Iraqê de bin.