Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 şêniyên din ji gundekî navçeya Raco revandin.
Aajansa Hewarê li gorî çavkaniyên xwe ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 şêniyên gundê Dîkê yê navçeya Raco revandin.
Kesên hatîn revandin, li gorî çavkaniyê ev in:
Remzî Reşîd Hemo (27).
Menan Bîlal Hemo (40).
Û Deyan Bîlal Hemo (30).
Li gorî agaiyan çeteyan bi ser malên hersê şêniyan de girtine, ew revandin û birine cihekî nediyar.
Heta niha sedemên revandina wan nayên zanîn.