Fermandariya biryargeha navendî ya YJA Starê derbarê şehîdên Katoyê daxuyanî da û got:” Berxwedana Katoyê yek ji berxwedanên bêhempa ye. YJA Starê diyar kir ku di serî de li Zap û Avaşînê em îro li her derê Kurdistanê têkoşîna jinê û ala berxwedanê bilind dikin û bi vî rengî hewl didin hêjayî şehîdên xwe yên leheng bin.
Sala 2017’an de dewleta Tirk a qirker û dijminê jinê operasyoneke berfireh a dagirkeriyê li ser çiyayê Katoyê yê li navçeya Elkê da destpêkirin.
Li dijî vê êrişa berfireh a artêşa Tirk, gerillayên YJA Starê yên li herêma Katoyê di cih de bersiv da û berxwedaneke destanî nîşan da.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê têkildarî şehîdên Katoyê daxuyaniyek da.
YJA Starê anî ziman ku di gava destpêkê ya avabûna mirovahiyê û civaka xwezayî ya komunal de jin bi rola sereke rabûn û got:
“Jinên Kurd ji ber dilsoziya xwe ya bi civakîbûnê re, ji ber çanda xwe ya xurt û koka xwe ya dîrokî, bûn xwedî rehekî berxwedêr ê herî esîl.
Ev bexwedana ku di pêvajoya dîrokî ya hezaran salî de bi gelek nav û bûyeran hate ser ziman.
Tevgera Azadiya Jinê, partîbûn û artêşbûna jinê.
Bi saya berxwedana jinên Kurd ên azad, jinên Kurd bûn xwedî îdeolojî, tevger, partî, artêş û sîstema jiyana azad.
YJA Star: Berxwedana li Katoyê yek ji berxwedanên herî esîl ên dîroka azadiya jinê ye
YJA Star da zanîn ku yek ji mînakên dîrokî ku sekna esîl a hezaran salan a jinên Kurd ên azad bi rengekî herî xurt temsîl dike, berxwedana mezin a jinê ya li Katoyê ye û wiha dewam kir:
Hêza me ya YJA Starê ya li herêma Katoyê bersiv da êrişa berfireh a artêşa Tirkiyê û berxwedaneke destanî nîşan da. Li gel hevrêyên me Nûdem Nûrhak û Hêvî Sorxwîn ku pêşengî ji vê berxwedanê re kirin; hevrêyên me Raperîn Amed, Roza Hêlîn, Rûken Gever, Barîn Şîlan, Avaşîn Çirav, Zinarîn Arjîn, Xwînda Kato, Stêrk Efrîn, Zîlan Qerejdax û Arîn Qerejdax bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê sersaxî ji malbatên şehîdan û hemû jin û gelê Kurd re xwest û soza şopandiya rêya şehîdan da
Têkoşîna me ya azadiyê heta ku xwedî destanên bi vî rengî yên lehengiyê be wê ti carî têk neçe. Jin a azad a şerker û serketî wê bi mirovahiyê û tevahiya gelan bide qezençkirin.