Şêniyên Sinûnê xwestin artêşa Iraqê ji nava wan derkeve

Çalakiya ciwanên Şengalê ya li dijî artêşê Iraqê berdewame. Çalakvanan xwestin artêş ji nava gund û bajarokên girêdayî Şengalê derkevin, parastina navxweyî radestî polîsan û Asayîşa Êzidxanê bikin.

Ciwan îro jî li nahiya Sinûnê kom bûn û çalakiya xwe pêk anîn.

Çalakiya ciwanên li Çarxerêya Şehîd Mam Zekî Şengalî pêkhat.

Çalakvanan bi pankart û dirûşman xwestin artêş ji nava gund û bajarokên girêdayî Şengalê derkevin, parastina navxweyî radestî polîsan û Asayîşa Êzidxanê were kirin.

Li ser rewşa dawî ya Şengalê civîna gel pêkhat

Li qontarên çiyayê Şengalê, li Kampa Serdeştê îro bi amadebûna şênî û rêveberên saziyan civînek hat lidarxistin.

Civîn ji aliyê Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hesen û Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hico ve hate birêve birin.

Destpêkê Riham Hesen bal kişand ser geşedanên dawî ku li Iraq û Şengalê rû didin û got: Bi tank û topan êrîşî Asayîşa Êzidxanê kirin.

Ev hêza ku îro dijî me tînin vê derê heger dema êrişa çeteyên DAIŞ li hemberî me kirî anî bana û bidana şerkirin, wê demê DAİŞ dişkest û pêwîstî bi YBŞ û asayîş jî nedima.

Back to top button