16 sendîkayên Îngilistanê wê li dijî tecrîdê dakevin qadan

18’ê Hezîranê de wê bi pêşengiya 16 sandîkayan li Îngilîstanê meşeke mezin bê lidarxistin.
Bi rêya vê çalakiyê wê daxwaza Azadiya Rêber Apo were kirin.

Kampanyaya Azadî ji Abdullah Ocalan re ya ku sendîkayên Îngilistanê dane destpêkirin, mezin dibe.

Ev sendîka 6 milyon kesan temsîl dikin.

Sendîkaya Socîal Workers Unîon (SW) ku 15 hezar endamên wan hene, biryar dan ku ew jî tevlî Kampanyaya Azadî ji Abdullah Ocalan re bibin.

Bi tevlîbûna vê sendîkayê re jimara sendîkayên di qadên cihê de yên ku tevlî kampanyaya azadî ji Abdullah Ocalan re bûne, dibe 16.

Di 18’ê Hezîranê de bi pêşengiya kongreya sendîkayan wê meşeke mezin were lidarxistin û tê payîn ku nêzî 150 hezar kes tevlî meşê bibin.

Back to top button