Dadgeha Brûkselê tîma kûştinê ya Tirk bê sûc dît

Li Brukselê di doza êrişên li hemberî rêveberên Kurd de dadgehê biryara ‘beraatê’ da tîma kujer a Tirk. Rêveberên Kurd û parêzer Jan Fermon diyar kirin ku ev biryareke siyasî ye.

Di Hezîrana 2017’an de li hemberî Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar hewldana sûîkastê hatibû kirin.

Derbarê lêpirsîna li ser hewldana sûîkastê biryar hatibû dayîn di 18’ê Hezîrana 2021’an de doz were vekirin.

Rûniştina pêşîn 11’ê Adarê hate dîtin û hatibû diyarkirin wê biryar di 13’ê Gulanê de were dayîn.

Hatibû tespîtkirin kesên di koma kujer de cih digirin têkiliya wan bi Enqere, Qesra Serokkomariya Tirkiyê re heye.

Îro rûniştina biryarê ya derbarê doza koma kujer de li Brukselê pekhat.

Zubeyir Aydar, Remzî Kartal û parêzer Jan Fermon di rûniştina biryarê de amade bûn.

Ji aliyê hember jî bi tenê parêzerê bersûcekî amade bû.

Di rûniştina biryarê de, tevî delîl û belgeyan dadgehê biryarek sosret da.

Dadgeha Brukselê biryara beraata endamên koma kujer ya Tirk da.

Dadgehê diyar kir MÎT a ku dezgeha îstîxbarata Tirk e ji ber ku saziyeke dewletê ye nabe ku wekî terorîst were nirxandin.

Di biryara dadger de hevoka ku lêpirsîna Fransayê derket pêş.

Polîsên Fransayê bi hevokekê endamên koma kujer bêsûc dît.

Dadgehê jî ev gotin ji xwe re kir esas.

Parêzer Jan Fermon: Ev biryareke siyasî ye, ne biryarke li ser dosyayê ye

Têkildarî mijarê, Parêzer Jan Fermon diyar kir dadger hem delîl qebûlkirin û hem jî gûman afirandin.

Fermon destnîşan kir ku dadger bi awayekî vekirî MÎT tirk parast û got: “Ev biryareke siyasî ye û aqilê dewletê ye. Ne biryareke li ser dosyeyê ye.”

Zubeyir Aydar: Biryar encama têkiliyên di navbera dewletan de ye

Endamê Konseya Rêvebera a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî diyar kir ev biryar ji ber encama têkiliyên di navbera dewletan de ye û got, “Dozger jixwe ji destpêkê ve nedixwest doz were vekirin. Em ê îtîrazî vê biryarê bikin.”

Remzî Kartal: Ev bîryar siyasî ye, em ê serî li dadgeheke bilindtir bidin

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal jî nerazîbûn nîşanî bêsûcdîtina MÎT’ê da û got,

” Sûcên MÎT’ê yên wekî êrişên terorîst, revandina mirovan, êşkence, provokasyon, sûîkast û komkujiya Parîsê heye.

Ji ber vê ev biryara hatiye dayîn siyasî ye û em ê serî li dadgeheke bilindtir bidin.”

Back to top button