Derbarê êriş û sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û planên wê yên dagirkirinê, TEV-DEM’ê destnîşan kir ku armanc qirkirina gelê Kurd e û zindîkirina DAIŞ’ê ye.
Li dijî planên dewleta Tirk a dagirker TEV-DEM’ê banga hevgirtin û têkoşînê li gelên herêmê kir
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) der barê êriş û sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û planên wê yên dagirkirinê daxuyaniyek da.
TEV-DEM’ê diyar kir dewleta Tirk, mîna Komeleya Itîhad û Terakkî ya Osmanî bihaneya parastina ewlehiya Tirkiyê, gefan li herkesî dixwe û wiha got:
“Daxuyaniyên bênavber ên serkêşê rejîma sûcdar a Tirkiyê û gefên li dijî herêmê, lewaziya vê rejîma faşîst nîşan dide ku êdî nikare li hember vê qonaxa dijwar li ser pêyan bimîne.
Bi wê re ber bi binkeftina siyasî û hilweşîna faşîzma xwe ve diçe.
Li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ên dagirkirî ku ku Erdogan wan qaşo weke herêmên bi ewle pênase dike, sûcên herî xeternak li dijî mirov û xwezayê pêk tên û tê de terorîst hene.”
Di daxuyaniya xwe de TEV-DEM’ê destnîşan kir ku armanca vê hewldana dewleta tirk qirkirina gelê Kurd e û yê gelên herêmê û her wiha zindîkirina DAIŞ’ê û ji nû ve qurkirina aloziya li herêmê ye.
Di dewama daxuyaniyê de TEV-DEM’ê bal kişande li ser sûcên desthilata AKP-MHP’ê ku li dijî gelan û mirovahiyê dikin û wiha hat gotin,
“Dê hikumeta faşîst a Tirk berdêla sûcên xwe li pêş dadgehên edaleta navneteweyî bidin.”
Li dijî gef û êrişên dewleta Tirk, Tevgera Civaka Demokratîk wiha bang li gelên herêmê kir:
“Divê gelê herêmê yekitî û hevgirtina xwe xurt bikin û bi hev re parastina nirx û destkeftiyan bikin.
Divê gelê me li hember astengî, sûc û hovîtiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bisekinin.”



